Dayikên êzidî ji bo Asayîşa Êzidixanê zend û bendên xwe badan

  • 13:26 7 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo piştgiriya Asayîşa Êzidixanê dayikên navçeya Sinonê zend û bendên xwe badane û ji bo zarokên xwe xwarin amade dikin. 
 
Dayikên navçeya Sinonê ya Şengalê ji bo piştgirya zarokên xwe ango Asayîşa Êzidixanê bikin, ketine nav liv û tegerê. Zend û bendên xwe badane û ji bo zarokên xwe xwarin çêdikin. 
 
Delal Revo yek ji wan dayikan e ku xwarinê ji bo asayîşê amade dike. Delal wiha axivî: “Em li pişt zarokên xwe ne. Asayişa me YBŞ’ê û YJŞ’ê hemû zarokên me ye. Îro jî em weke malbat û dayikên Êzidianê weke erkekî dibînin em xwerin ji bo wan amade dikin. Ev êrîşa ku li ser asayîşa me li ser hemû êzdiyan ne. Dixwazin me êzidyan tune bikin. Lê em tu car tune nabin. Emê her li berxwe bidin û tu car cihê xwe ji kesekî ra nahêlin.”
 
Delal, diyar kir ku ev êriş ne tenê bi destê Iraqê ye, bi destê dewleta Tirk û PDK’ê ye û wiha domand: “Ev êriş ne tenê ji aliyê artêşa Iraqê ve ye. Ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê ve ye. Bi taybet PDK naxwaze ku asayîşa me hebe û parstina me bike. Dixwazin dubare derbasê Şengalê bibin. Lê belê em ne Êzidiyên berê ne. Em êdî serê xwe ji kesekî re natewînin.” (ROJNEWS)