Malbata Şenyaşar: Em dest ji têkoşînê bernadin

  • 12:53 7 Gulan 2022
  • Rojane
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 425'emîn de didome. Îro malbatê ev peyam parvekir: "Tevî her tiştî jî heta ku daxwaza me ya hiqûqî bicih were, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
  
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin, di roja 425’emîn de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar ji ber ku dawiya hefteyê ye li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobedê berdewam kirin. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê vê peyamê belav kir: “Em wek welat di pêvajoyek dijwar de derbas dibin. Rêveberiya xerab felaket e. Em wek welatiyên vî welatî bi fikar in. Tevî her tiştî jî heta ku daxwaza me ya hiqûqî bicih were, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”