Niyaz Ebdulah hevwelatiya fexrî ya bajarê Parîsê hat hilbijartin

  • 10:19 7 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Roja Azadiya Rojnamegeriyê ya Cîhanê de endama PENa Kurd Niyaz Ebdulah, wekî hevwelatiya fexrî ya bajarê Parîsê hat hilbijartin
 
Di merasîmeka ku li hola şaredariya Parîs a paytexta Fransayê bi munasebeta Roja Azadiya Rojnamegeriyê ya Cîhanê bi rê ve çû, şerefa hevwelatiya fexrî ya bajarê Parîsê pêşkêşî endama Navenda PENa Kurd Niyaz Ebdulah, hate kirin. 
 
Ev merasîm ji salê carekê ji aliyê şaredariya Parîsê ve bi rê ve diçe û ev şeref pêşkêşî wan kesan tê kirin ku li welatê xwe di rewşeke dijwar de karê rojnamegeriyê kirine. 
 
Yek ji armancên vê merasîmê piştevanîkirina ji azadiya rojnamegeriyê, her wiha çêkirina derfetên zêdetir ji bo rojnamevanan ji bo naskirina bajarê Parîsê û zagon û demokrasiya wî welatî ye. Di heman demê de vekirina deriyên çandî ji bo agahdariya rojnamevanan ji hemû çalakiyên çandî ne ku li Parîsê bi rê ve diçin.
 
Endama PENa Kurd weke hevwelatiya fexrî ya bajarê Parîsê hat hilbijartin.