Bêrîvan Kutlu: Li dijî êrişan dê rêxistinbûna xwe mezin bikin

  • 09:03 7 Gulan 2022
  • Rojane
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Siyasetmedar Bêrîvan Kutlu, têkîldarî êrişên li dijî HDP’ê axivî û got: "Êrişa li dijî Ayşe Acar Başaran, êrişa li dijî vîna jinê ye. Her diçe jinên kurd rêxistinbûna xwe mezin dike û loma bêtehamuliyek li dijî vê têkoşînê heye. Lê jinên kurd dê hem têkoşîna xwe û hem jî rêxistinbûna xwe mezin bike." 
 
Di 7 salên dawiyê de êrişên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwe veguherandiye awayekî sîstematîk. Qetilkirina Denîz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê, êrişên li hemberî avahiyên Bahçelîevlera Stenbolê, Amed, Edene, Mersîn, Mugla, Riha û Cizîrê. Herî dawî jî provokasyona li ber avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê. Bertek û nerazîbûnên li hemberî provokasyonê didomin û jinên li herêmê û Tirkiyeyê jî piştevaniya xwe bi Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran re bi daxuyaniyan anîn ziman. 
 
Hevseroka Şaredariya Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu têkîldarî mijarê ji ajansa me re axivî
 
‘Êrişek li dijî vîna gelan e’
 
Bêrîvan, di destpêka axaftina xwe de êrîşên li dijî avahiya HDP’ê û Ayşe Acar Başaran şermezar kir. Bêrîvan, diyar kir ev êrîş ne tenê li dijî vîna Gelê Kurd hatiye kirin di heman deme de li dijî vîna hemû gelên Tirkiyeyê û wiha axivî: “HDP’ê di nav xwe de maf û vîna hemû gelên bindest dihewîne. Ev demek dirêj e li dijî HDP’ê konseptek bi vî şiklî tê meşandin. Gelek partiyên ku vîna Gelê Kurd temsil dikin, bi deste desthîlatdarên yekperest hatin girtin. Tê xwestin vîna gelan tune bikin.  Ev êrîş ne êrîşekê di rêze de ye. Desthîlatdariya AKP-MHP’ê ku sîyasetek qirêj dimeşîne, bi hemû hêza xwe êrîşên li dijî HDP’ê dikin. Ji ber ku sîyaseta ku dimeşîne xitimiye û di her tengasiyê de berê xwe dide HDP.”
 
‘HDP’ê siyaseta xwe li ser rastiyê dimeşîne’
 
Berîvan daxuyand ku êrişên li dijî HDP’ê ya ji hêla desthîlatdariyê ne nû ye û parçeyek ji qirkirina siyaseta kurdan e. Berîvan, diyar kir ku her çiqas êrîşên li dijî HDP’ê û siyaseta kurdî zêdetir dibe hêza têkoşîna Gelê Kurd jî zêdetir dibe û got: “HDP’ê vîna bi mîlyonan kesan e. Kevneşopiya desthîlatdariya AKP-MHP’ê ku li dijî gelan siyasetek qirêj dimeşîne, dixwaze jiyana gelan a hevpar û çanda wan qîr bikin. Ev jî parçeyek polîtîkayê çokdanînê ye. Bêhurmetiyek li dijî vîna gelan tê nîşandan. Bê hûrmetiya hemberê kesên ku temsîlîyeta vê gelê dikin e. HDP, partiya herî zêde ku li dijî polîtîkayên destîlatdariyê ya şaş dengê xwe bilind dike ye. Ji ber ku HDP’ê siyaseta xwe li ser rastiyê dimeşîne. Gotin û kirinên xwe dixe yek. Ji ber vê sedemê jî yê herî zêdetir HDP di bin hedefa desthîlatdariyê de ye.”
 
‘HDP’ê ji bo pêvajoya xitimandî çareseriyek e’
 
Berîvan, bilêv kir ku siyaseta kurd bi HDP’ê her diçe xwe pêş dixîne û ji bo pêvajoya xitimandî çareseriyan diafirîne û wiha berdewam kir: “Avêtina qeyûman, girtina hevşaredar û siyasetmedarên me hemû ji bo ku rastiya HDP’ê ji holê rakin e. Tê xwestin ku siyaseta qirêj bidin jiyandin û xwe û xizmên xwe bidin birêve birin. Ji ber vê yeke jî bi cûrbecûr hincetan êriş dikin. Doza Kobanê jî yek ji wan mînakan e. Dema ku mirov dîrokê dimêzîne, sekna Gelê Kurd dinêhere, li dijî van êrişan pêşketina siyaseta kurd dibine. Ew çiqas partiyên me girtin me xwe bi xurt ji nûve ava kir. HDP’ê projeya herî dawî lê projeya herî xurt e. Tevahiya gelê Tirkiyê dixe nav siyaseta xwe û têkoşînek di warê siyaseta demokratik de dide.”
 
‘Êrişa li dijî Ayşe Acar Başaran, êrişa li dijî vîna jinê ye’
 
Berîvan di dirêjahiya axaftina xwe de bale kişand li ser êrîşa li dijî parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran û destnîşan kir ku êrişa li dijî Ayşe, êrîşa li dijî nasnameya jinan û kurdan e û axivî: “Êrişa li dijî Ayşe Acar Başaran, êrişa li dijî vîna jinê ye. Sekn û têkoşîna jina kurd niha xwe di hemû qadên jiyanê de dide nîşandan. Her diçe jina kurd rêxistinbûna xwe mezin dike. Loma bêtehamuliyek li dijî vê têkoşînê heye. Herî dawî jî ev bêtehamûlî xwe bi êrîşa li dijî parlementera me nîşan da. Ew rûyê desthîlatdariya AKP-MHP’ê niha ye. Rûyê serokwezîrê wan e, rûyê Dewlet Bahçelî û Suleyman Soylu ye. Gef xwarina li dijî Ayşe Acar Başaran ne ji rêzê de ye. Ew rewşa Tirkiyê ya li hemberê jina kurd dide xuya kirin. Ew hêrs û kîna wan a li hemberê jinê nîşan dide. Lûtkeya êrişên wan ji ber bêçaretiya desthîlatdariya niha ye. Niha hemû tiştan xistine bin destên xwe. Gef û zextên wan me paş gav de naavêjîne. Ew her çiqas li ser me ve werin em ê ewqas xwe bi hêztir bikin. Bila baş bizanibin ku em ne bi gef xwarin ne jî bi girtinê paş gav diavêjin.”
 
‘Em ê têkoşîn û rêxistinbûna xwe mezin bikin’
 
Berîvan, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê li dijî êrişên bi vî şiklî bêdeng neyê mayîn û bi taybet jinên kurd di vê ware de rola pêşengtiyê bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wek jinên kurd li tevî van êrîşan, dê deskeftiyên xwe zêdetir xwedî lê derkevin. Me ew deskeftiyan bi gelek berdelên giranbûha bidest xistiye. Em di wê baweriyê de ne ku bi seknekê birêxistinbûyî û bi hişmendiya jina azad ew têkoşîn û berdelên ku giranbûha hatiye bidestxistin hin xurtir li ber xwe bide. Di her pêvajoyek xitimandî de têkoşîn û sekna jinê ew pêvajoyê re çareseriyek aniye. Desthîlatdar jî ew dibine lewre yê herî zêdetir jî êrîşên xwe li ser jinê dike. Jin bi sekna xwe ya afirîner û feraseta xwe ya wekhev ew pêvajoya xitimandî vekirin e. Wê ji niha pê ve jî em têkoşîn û rêxistinbûna xwe mezintir bikin û li gorî wê ji vê pêvajoya re bibin bersîv.”