‘Em ê ji bo Ayselê daxwaza edaletê bilind bikin’

  • 09:01 7 Gulan 2022
  • Rojane
STENBOL- Hiqûqnas, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên jinan bal kişandin ser rewşa siyasetmedara kurd, hiqûqnas û girtiya nexweş Aysel Tugluk û diyar kirin ku îşkence û binpêkirinên xerab gihiştine astek dijwar û banga bilindkirina edeletê kirin.
 
Tecrîda giran a li Îmraliyê bandor li ser hemû girtîgehan dike û girtiyên nexweş rewşa wan her diçe giran dibe, binpêkirin û îşkence girtiyan ber bi întîxarê ve dibe. Yek ji girtiyên nexweş ên giran siyasetmedara kurd Aysel Tugluk e. Aysel nexweşa demansê ye nikare tenê jiyana xwe bidomîne û êdî di meşê de pirsgirêkan dijî, her tiştî ji bîra dike. Ji ber rapora ATK’ê ya dikare girtî bimîne nayê tahliyekirin û ji her derê cîhanê ji bo Ayselê têkoşîn û piştevanî tê mezinkirin.
 
Hiqûqnas, syasetmedar û nûnerên rêxistinên jinan der barê rewşa Ayselê de ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku îşkence û binpêkirinên mafan gihiştine asta herî jor.
 
‘Pêvajoya hiqûqî hîna didome’
 
Endama Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakî (TOHAV) parêzer Esma Yaşar der barê mijarê de wiha vegot: “Birêz Aysel demek dirêje pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî dijî. Der barê vê de Nexweşxana Dewletê ya Seka a Kocaeliyê teşîs danî bû. Saziya Tipa Edlî ya Kocaeliyê  der barê ku Aysel nikare girtî bimîne de rapor da. Aysel sewqî ATK’ê hatibû kirin. Li vir di bin kontrolê de hatibû girtin. Lê der barê Aysel Tugluk de ‘dikare girtî bimîne’ rapor da. Pêvajoya hiqûqî ya ku parêzerên endamên weqfa me jî tevlî bûne didome.”
 
‘Dema mijar jina Kurd be’
 
Esmayê di berdewamiyê de wiha bi lêv kir: “Aysel jin, siyasetmedarek muxalîf û Elewiye. Dema mijar dibe jinên kurd  biryar jî siyasî ne. Ev biryar di alî hiqûqî de ne rast e. Li dijî hiqûqa mafê mirovan a gerdunî û pergala hiqûqê ye. Tevî pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî Aysel nehatiye berdan û binpêkirin gihiştine astek dijwar. Mixabin wê encamên neyînî derxîne holê. Em di vî alî de bi fikarn. Di vî alî de peywirek girîng dikeve ser milê hiqûqnasan. Aysel ji bo sedan girtiyên nexweş bûye sembol. Demên dawî de em agahiya mirinên girtiyan digirin. Ev rewşeke ku nikare bê qebûlkirinê ye. Ev dîsa girêdayê raporên ATK’ê ne. Rapora Tipa Edlî ya Kocaeliyê û ya Tipa Edlî ya Stenbolê ji hev cuda ne. Wek pisporên tipa edlî û mamoteyên ji TÎHV’ê lêkolîn kirine û diyar kirine pirsgirêk heye. Girtina Ayselê gihiştiye asteke îşkencê.”
 
‘Li girtîgehê mayîna wê rîskek mezin e’
 
Esmayê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Di hevdîtina dawî ya bi Ayselê re pirsgirêkên cidî yên hiş hatine dîtin. Aysel jineke ku bi salan siyaset meşandiye, parêzere û xwedî zanînek mezin a entelektuel e.Tevî vê tiştên esas nayên hişê wê, nayê bîra wê. Ji ber vê ev bandorê li ser wê dike. Divê Aysel demildest bê berdan. girtina wê rê li ber rîska mezin dike. Em der barê hiqûqî de pêvajoyê dimeşînin. Di ir de nokteya divê em li ser bisekinin avakirina rayagiştiye. Bar dikeve ser milê hiqûqnas, jinan û muxalîfan.  Aysel parêzereke li Baroya Stenbolê qeydkiriye .Baroya Stenbolê li hember endama xwe gelek bêdenge. Di serî de rêxistinên hiqûqê hemû kes dijî rewşa Ayselê bikevin tevgerê. Em carek din dubare dikin ku divê Birêz Aysel Tugluk demildest bê berdan.”
 
‘Aysel yek ji kesên girîng ên têkoşîna jinê ye’
 
Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknur Bîrol jî wiha balkişand ser rewşa Aysel Tugluk: “Divê şert û mercên girtiyên nexweş bên avakirin û mafên wan yên dermankirinê bê radestkirin. Aysel yek ji kesa girîng a siyaseta demokratîke. Yek ji kesa girîng a têkoşîna jinan û gelê Kurd e. Ew hiqûqnaseke û parêzvana mafê mirovane. Ji ber vê pêvajoyên li hember wê rewşeke dijmirovahiye. Ne li gorî hiqûqa gerdunî ne li gorî qanûnê ne li gorî rêgezên tipê ye. Ne jî li gorî ahlaqe.”
 
‘ATK di bin talîmata siyasetê de ye’
 
Îlknurê destnîşan kir ku tevî ku rewşa Ayselê li holê ye ATK rapora dikare girtî bimîne dide û wiha dawî lê anî: “ATK di bin talîmata siyasetê de tevdigere. Aysel nexweşa Demansê ye. ji ber vê jî hişê xwe winda dike û nikare tenê jiyana xwe bidomîne. Dxwaza me eve û em carek din dubare dikin ku Aysel demildest bên berdan.”
 
‘Em ji bo Ayselê daxwaza edeletê bilind bikin’
 
Endama Piştevaniya Jinan a Kirkyama Tulay Korkuta jî balkişand ser rewşa bi hezaran girtiyên nexweş û diyar kir ku mafê wan yên jiyanê û dermankirinê tê asteng kirin û wiha vegot: “Aysel Tugluk di têkoşîna jinan de di têkoşîna azadiya Kurd de siyasetmedareke jin ya ku têkoşîn meşandiye. Aysel niha bi nexweşiyê re rû bi rû hatiye hiştin. Herî dawî ATK’ê dîsa li gorî daxwaza dewletê rapor da û ev ne li gorî etîka tipê ye. Em wek jin bang dikin ku divê ji bo Aysel û girtiyên nexweş deng bê bilindkirin. Em dizanin ku pîştevaniya jinê dîwarê ku hilneweşîne tune. Ez bang li hemû kesî dikim, ji bo girtiyên nexweş û Aysel Tugluk daxwaza edeletê bê bilindkirin.”