ROJEVA 7'Ê GULANA 2022'AN

  • 09:00 7 Gulan 2022
  • Rojev
*Hiqûqnas, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên jinan bal kişandin ser rewşa siyasetmedara kurd, hiqûqnas û girtiya nexweş Aysel Tugluk û diyar kirin ku îşkence û binpêkirinên xerab gihiştine astek dijwar û banga bilindkirina edeletê kirin. DÎMEN HEYE
 
*Dayika Pinar Gultekin, Şefika Gultekin anî ziman ku li ser gilîkirina Cemal Metin Avci doz li wê hatiye vekirin û wiha bang li dozger û dadgeran kir:"Ger bûyerek wiha bi serê wan de bihata wê bertekek çawa nîşanî kujer bidana? Çima êşa min nabînin?" DÎMEN HEYE
 
*Siyasetmedar Bêrîvan Kutlu, têkîldarî êrişên li dijî HDP’ê axivî û got: "Êrişa li dijî Ayşe Acar Başaran, êrişa li dijî vîna jinê ye. Her diçe jinên kurd rêxistinbûna xwe mezin dike û loma bêtehamuliyek li dijî vê têkoşînê heye. Lê jinên kurd dê hem têkoşîna xwe û hem jî rêxistinbûna xwe mezin bike." BI DÎMEN