Jinan li Amedê êrişa li hemberî HDP'ê şermezar kir

  • 19:47 6 Gulan 2022
  • Rojane
AMED – DAKAP, bi armanca piştgirîdayîna parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran daxuyaniyek da. Parlementer Remziye Tosun di daxuyaniyê de wiha got: “Ne hedê wan e vîna me bizmar bikin. Em ê hişmendiya wan a mêr û desteser bizmar bikin û darizînin.”
 
Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) li dijî êrişên ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqerê pêk hat li avahiya TUMBEL-SEN’ê daxuyanî da çapemneniyê. Li gel rêxistina HDP’ê ya navçe û bajêr parlementerên HDP’ê Remziye Tosun û Dersîm Dag, hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoy beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Em li hember hişmendiya mêr ya dewletê bêdeng namînin, em li gel Ayşe Acar Başara in” vekirin.
 
‘Siyaseta kurd tê armanc girtin’ 
 
Seroka komeleya jinan Rosa yê Edalet Kaya di daxuyaniyê de axivî û got: “Em di rojên ku hişmendiya mêr pileya xwe bilindtir kiriye re derbaz dibin. Mixabin hemû beşên ku siyaseta demokratîk didin meşandin, hemû beşên ku ji bo azadî û aşitiyê têkoşînê didin di nav êrişek mezin de ne. Em îro jî li dijî bûyera herî dawî bi ser Ayşe Acar Başaran pêkhatiye kombûne. Ji bo şermezarkirina wan êrişan em li virin. Tê zanîn Ayşe di heman deme de berdevka Meclîsa Jinan ya HDP’ê ye. Me di qadê de gelek xebatên weke 8’ê Adarê bi hev re daye meşandin. Ji ber wê yekê ji em li dijî êrişên li ser jinên ku siyaseta kurd û siyaseta demokratîk didin meşandin pêk tên şermezar dikin.”
 
‘Em ê hişmendiya wan mîx bikin’
 
Remziye Tosun jî bi van gotinan dest bi axaftinê kir: “Suleyman Soylu li Amedê projeya xwe ya provakasyonê da destpêkirin. Çend malbatan li ber deriyê avahiya me dan rûniştandin. Li vir negihistin armanca xwe. Di serî de gelê Amedê û hemû gelê herêmê jî vê êrişa provokatîf şermezar kir. Gel bi eşkerahî nerazîbûnên xwe nîşa da. Niha jî dixwazin vê projeya xwe li Enqerê bidin berdewamkirin. Bi van êrişên xwe ve girêdayî jî gef li parlementera me Ayşe xwarin. Ne hedê wane ku me bi dîwaran ve mîx bikin. Em ê wan û hişmendiya wan ya serdest û mêr bi dîwar ve mîx bikin. Divê çeteyê ku ziman dirêjî kiriye ji erka xwe were girtin. Emê li hember têbikoşin.”
 
‘Divê polîs ji erka xwe were dûrxistin’
 
Hevseroka OHD’ê ya şaxa Amedê Ozum Vurgun jî metna daxuyaniyê xwend. Ozum wiha got: “Parlementerek ne tenê nîşaneya partiya xwe, nîşaneya gelê herêmê ye. Ji ber wê yekê jî gefa ku li wê parlementerî tê xwarin ne ji rêzê ye û ne jî biçûk e. Ew gef li wî gelî hatiye xwarin. Polîsên ku erka wan parastina gel e, hemû hêza xwe ji bo li ser gel tundiyê bikin bikartînin. Em vê nêzîkatiya wan şermezar dikin û qebûl nakin. Em careke din bi bîra îqtidarê dixin. Ji cudakirina partiyên ku siyasetek cuda didin meşandin, dev ji zêdekirina tundiya li ser jinê û teşfîqkirina tundiyê berdin. Ev polîsê kul i dijî jinek kurd û siyasetmendar ziman dijminatiyê bikaraniye divê were darezandin. Divê demlidest ji erka xwe were dûrxistin.”
 
‘Hûn nikarin me bêdeng bikin’
 
Ozum wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em careke din bang li îqtidarê dikin. Em ê destûr nedin hûn siyaseta faşîst û bi xwîn bidin meşandin. Roj roja yekbûna gelan û parastina aşitiyê ye. Roj roja li dijî qirkirina jinê serhildanê û mezinkirina têkoşîna jinê ye. Em jinên ku jiyanê înşakirine, em hêza xwe ji rêxistinbûyîna xwe digirin. Em di aliyê bilindkirina têkoşîna edalet û aştiyê de bi israr in. Siyaseta demokratîk û muxalîf nayê bêdengkirin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî”  bi dawî bû.