Başûr li ser Şengalê ji Jeanine Hennis re nameyek şand

  • 14:37 6 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Jinên KCDK-E Başûr derbarê rewşa Şengalê de, nameyek vekirî ji Nûnera Giştî ya NY'ê û Berpirsa Kar û Barê Iraqê Jeanine Hennis-Plasscheart re şandin.
 
Jinên KCDK-E Başûrê Kurdistanê derbarê êrişa li ser Şengalê de nameyek ji Nûnera Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û Berpirsa Kar û Barê Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert re şandin û xwestin ku li Şengalê dawî li şer were anîn û gotin; “Gelê Şengalê carek din naxwaze bindest bibe, heta mirinê li ber xwe didin. Xwerêveberî û hêza xweparastinê mafê rewa yê êzidiyan e.”
 
Di berdewamiya nameyê de wiha hat gotin:
 
“Bila dawî li şerê di navbera hêzên parastina Şengalê û artêşa Iraqê de bê anîn. Ev şer tenê bi kêrî Tirkiye û malbata Barzanî tê. Pêwîstiya zidiyan bi destwerdana wan nîne, êzidî ji bo bi mafê xwe yê aştî bijîn û bidin berdewamkirin xwedî rêveberî ne. Divê yekser li gel jinên Şengal bikevî têkiliyan, bipirse û bi axive. Ji ber ku ger li Iraqê şer derbikeve tu berpirsyarî. Gelê Iraqê vî şerî naxwaze.
 
Gelê Şengalê carek din naxwaze bindest be, heta mirinê berxwe didin. Xwerêveberî û hêza xweparastinê mafê rewa yê êzidiyan e. Ji bo hebûna xwe xebatê dikin, gelo têgihiştina vê ew qas girane?
 
Em li benda biryara te ya ji bo aştiyê ne.”