Di bahosa qumê de kesekî jiyana xwe ji dest da

  • 12:28 6 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku kesî ji ber bahoza qûmê ya li Iraqê dewam dike jiyana xwe ji dest da û 5 hezar kes jî hatine asta xeniqînê.
 
Li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê bandora bahoza qûmê ya li ser jiyanê didome, kesek jiyana xwe ji dest da. Li gor agahiyen Miduriyeta Meteorolojiye ya Iraqe, duh danê êvarê bahozeke dijwar a qûmê ku li zozanên rojavayê welêt dest pê kiribû, bandora xwe li Bexda û hin bajarên din jî kir.
 
Nexweşxane seferber bûn
 
Li gorî nûçeya Rojnewsê, Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Sêf El Bedir di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku hemû nexweşxane û navendên tenduristiyê yên girêdayî Wezareta Tenduristiyê ketine destêwerdana kesên ku ji ber bahoza qûmê bandor bûne.
 
5 hezar kes di bin metirsiya xeniqînê de ne
 
Seyf El-Bedr da zanîn ku ji ber bahoza qûmê kesekî jiyana xwe ji dest da û hejmara kesên ku metirsiya xeniqîna wan heye li Bexdayê 2 hezar û bi giştî 5 hezar derbas kirine.