Siyasetmedara kurd a ducanî li Girtîgeha Ûrmiyê di greva birçîbûnê de ye

  • 12:20 6 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedara kurd Saada Kadirzade ku ducanî ye û li Girtîgeha Ûrmiyê tê ragirtin, li dijî neheqiyan 9 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye. 
 
Siyasetmedara kurd Saada Kadirzade (32), 7 meh in li Girtîgeha Bajarê Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê girtî ye û li dijî neheqiyên li ser wê tên ferzkirin ji 28’ê nîsanê ve di greva birçîbûnê de ye. Hat zanîn ku Saada ducaniya 8 mehî ye. Hat diyarkirin ku Daîreya Îstîhbarata Pîranşarê berdana bi kefalet a Saada asteng dike û ew jî ji ber bi awayek nehiqûqî tê girtin protesto dike. 
 
Çavkaniyek ji Girtîgeha Ûrmiyê ji Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw re axivî û van agahiyan parve kiriye: "Midûrê girtîgehê Bakshi roja înê û şemiyê du caran bi Saada re hevdîtin pêk anî û ji Saada xwest ku dawî li çalakiya birçîbûnê bîne. Rayedarên girtîgehê ji Saada re gotine tiştek bikin tune ye. Yên berdana wê asteng dikin jî endamên Daîreya Îstîhbarata Pîraşarê ye.” 
 
Saada di 14’ê cotmeha 2021’an de ji aliyê Serwîsa Îstîhbarata Pîraşarê ve hatiye girtin û ew di şert û mercên xerab de tê ragirtin. Kadirzade di dosyeya deng de ku ji aliyê Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw ve hatibû parvekirin wiha gotibû: “Ez di girtîgehê de wek rehine têm ragirtin. Di lêpirsînê de îtîrafkariyê li min ferz kirin û ez bi tacîza cinsî ya wezîfedarên ewlehiyê re rûbirû mam.” 
 
Saada tevî ku 7 meh in girtî ye jî tawanbariya girtina xwe nizane û bi parêzeran re hevdîtin nekiriye. Her wiha hat gotin ku nexweşiyên Kadirzade hene û tedawiya wê jî tê astengkirin.