Siyasetmedaran bertek nîşanî êrîşa li dijî HDP'ê dan

  • 12:08 6 Gulan 2022
  • Rojane
WAN - Siyasetmedarên ku bertek nîşanî hewldana provokasyona li dijî HDP'ê û tehdîtkirina Ayşe Acar Bajaran dan, diyarkirin ku ew ê li hemû qadan têkoşînê bidin û gotin, "Bila îqtîdara AKP -MHP'ê ji me bitirsin, wê jin bi wan bidin windakirin."
 
Duh li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji saetên serê sibehê ve hewldana provokasyona ku bi dorpêça polîsan û bi êrîşên wan hat destpêkirin heta dawiya rojê berdewam kir. Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran a ku bertek nîşanî helwesta polîsan da ji aliyê amîrekî polîsan ve bi gotina, "Ezê te bizimar bikim" hat tehdîtkirin. Bertekên li hemberî hewldana provokasyonê û tehdîtkirina Ayşeyê berdewam dikin.  
 
Bertekek li hemberî heldana provokasyonê jî ji siyasetmedarên li Wanê hat. Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karkoyun diyar kir ku bi salan e êrîşî partiya wan tê kirin û got, "Berdevka Meclisa Jinan ya partiya me û parlamentera me ya Êlihê Ayşe Acar Bajaran û parlamenterên me yên din hatin tehdîtkirin û êrîşî wan hat kirin."
 
'Ji me bitirsin'
 
Handan diyar kir ku ev ne cara yekê ye polîs êrîşî wan dikin û got, "Vê zihniyeta ku bi taybet parlamenterên jin kirine hedefa xwe bi zanebûn hatiye kirin. Sedema vê êrîşê ya bingehîn berxwedan û têkoşîna jinê ku tê dayîn e. Ev êrîş nîşan didin ku ji têkoşîna jinê çiqas ditirsin. Em ê jin têkoşîna xwe li her derê mezin bikin. Ji me bitirsin. Ji ber ku wê jin bi we bidin windakirin."
 
'Parlamentera me hat tehdîtkirin'
 
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan jî got ku AKP dîsa bi hewldanên provokatîf  êrîşî partiya wan û parlaneterên wan dike û got, "Di bin navê polîstiyê de di pêşengiya çeteyan de komeke ku anîne ber partiya me êrîşî partiyê kiriye.  Dîsa Parlamentera me ya jin ji aliyê kesekî ku nayê zanîn kî ye ji parlanetera me ya jin û berdevka me re gotiye, 'Ez ê te bizimar' bikim. Tu kî yî?'  û ew tehdît kiriye. Bi vê helwestê jî derketiya holê ku ev lîstkek provokatîf e. Lê em tu carî ji sekna xwe tqawîzê nedin."
 
'Heta ku em li gel hev bin em ê êrîşan vala derxînin'
 
Hevseroka Partiay Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê Gulderen Varli jî got ku ew êrîşa li dijî HDP'ê şermezar dikin û wiha berdewam kir, "Em êrîşên li hemberî jinan qebûl nakin .Wê tu kes nikaribe li hemberî têkoşîna jinan bisekine. Heta ku em li gel hev bin û mil bidin hev em ê van êrîşan vala derxînin. Wê têkoşîna me ya li hemberî van êrîşên faşîzan bidome."