Rîham Haco: Têkoşîna jinan wê destûrê nede dagirkirinê

  • 09:37 6 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Koordînasyona TAJÊ Rîham Heco, diyar kir ku ew weke jinên êzidî li dijî êrîşên ku bên kirin amadene ku tebikoşin û got:"Heta ku berxwedana jinên êzidî hebe wê hesabên wan ên qirej li ser Şengalê bê encam bimînin." 
 
Di 30'ê Adarê de  Artêşa Iraqê di navbera Şengal û Rojava de dîwarekî dirêjiya wî 250'î kîlomtre bû çêkir. Li gel vê hêzên girêdayî artêşa hikûmeta Iraqê di  2'yê Gulanê de bi hejmareke zêde leşker, wesayîtên zirxî, tank û obusan xwest bikeve navenda bajarê Şengalê. Lê rastî berxwedana Asayîşa Êzidxan û hêzên YBŞ û YJŞ'ê hat. Pêvçûnên ku heta 4'ê Gulanê berdewam kirin di 4'ê Gulanê de hat diyarkirin ku bi diyaloga di navbera hikûmeta Iraqê û Meclîsa Xweser a Şengalê de çareser bûye. 
 
Di 30'ê adarê de li bajarokê Til Ezîrê  ji aliyê Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) ve bi tevlîbûna jinên ereb, ji Mûsil, Bexda û Kerkûkê  bi dirûşma “Yekitî û têkoşîn temînata parastina jinan e” komxebatek hat çêkirin. Ji jinaên ku di bin siya êrîşan de ev xebata xwe pêk anîn,endama Koordînasyona Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Heco derbarê êrîşên li ser Şengalê û komxebata ku kirin de axivî.  
 
Rîham Heco, diyar kir ku li dijî her êrîşekê wê civaka êzidî weke her carê bi riheke berxwedêr têbikoşe û wiha axivî:" Em weke civaka êzidî ne aligerên şer in. Civaka me ji xwe nû ji fermanekê xelas bûye û hîn kesên ji şengalê koççber bûne bi temamî venegeriyane.  Em ne a ligirin ku li herêmê şer rû bide. Ev hêzên ku di nava Şengalê de ji bo parastina axa Iraqê û civaka êzidî çêk rakirine, di demeke awarte de hatin avakirin. Di rewşeke ku herkesî êzidî bê parastin hiştin de hatin avakirin. Îro ev şerê ku çêdibe bêgûman şerê hebûn û tunebûnê ye. Pêwîste ku em vê baş bibînin. Ev şer şerekî li dijî êzidiyan e.  Ji ber wê heger ku ev êrîşên li ser Şengalê  encam bigirin wê bi xwe re qirkirinê bînin û wê bibin sedema koçberiyeke nû. Artêşa Iraqê bi van êrîşên xwe  tirseke mezin li ser gel çêdike .Heger ku êrîşkar ji vî şerî encamekê bigirin,  dibe ku êdî civaka êzidî li Şengalê venegere. Êdî civaka êzidî pir bêzar bûye. Ew artêşa ku dibêje ez civaka êzidî diparêzim li hemberî wan şer dike. Di rewşeke wiha de wê ev civak çawa baweriya xwe bîne ku bikaribin li vî welatî bijin. Êrîşên  ku bên kirin wê rewşeke wêran bi xwe re bînin. Wê di encama van êrîşan de valakirina Şengalê bê hedefgitin." 
 
'Em bi jinên Iraqê re di nav xebatan de ne' 
 
Rîham Heco,di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku ew dixwazin li gel jinên Iraqê bi awayeke hevbeş li dijî van êrîşên li ser herêmê bisekinin û wiha domand:" Ji bo ku civaka êzidî statûya xwe û mafê xwe  bi dest bixe em jî weke TAJÊ xebatek didin meşandin. Di milê rêxistinkirina civakê de, perwerdekirin, tendûristî leşkerî de em xebatên xwe didin meşandin. Em êdî di Şengalê de ji bo serhildana gel kar dikin. Em amadekariyên xwe li gorî ku li dijî êrîşan gel serî hilde dikin. Em hem di Şengalê de û hem jî di qada Iraqê de xebatên xwe didin meşandin. Ji bo ku em dengê jinên êzidî bidin bihistandin û hîskirin em dixebitin. Em  li ser onlînê bi jinên Iraqê re danûstandinê dikin. Bi taybetî jî li gel jinên Iraqê yên siyasetmender em dixebitin. Xebatê me ya hevpar bi jinên Iraqê re dê berdewam bike. Di milê çalakiyan de, di milê hevdîtinan de û di milê  dîplomasî de çi bikeve ser milê me dê jinên êzidî bikin. Ev xebat hê negihiştiye wê astê ku em bi hevre li beramberî van êrîşan têkoşînê bidin.  Ji ber ku jinên Iraqê hîna xwe ji zîhniyeta dewletbûnê rizgar nekirin. Ji ber wê jî wate nadin berxwedana ku jin niha didin. Ji bo wê heta astekê xebat bi wan re tê meşandin. Lê hewledanên ku em bi hev re têkoşîneke demdirêj û xebateke stratejîk bidin meşandin ya berfireh heye."
 
'Em ji bo têkoşînê amade ne'
 
Rîham,anî ziman ku ew weke jinên êzidî xwe li dijî êrîşên ku bên kirin amade dikin û wiha got:" Em jinên êzidî xwe ji têkoşîna gelê şoreşger re amade dikin. Li gorî wê çi pêwîst be û çi ji me bê xwestin em ê bikin. Em hem jiyana xwe li ser wî esasî birêxistin dikin û hem jî perwerdekirina xwe li ser wî esasî dikin Em jinên êzidî êdî dixwazin ji vê şoreşê re pêşengtiyê bikin. Hem ji bo ku ev êrîş bên sekinandin em dibin mertalên zindî û hem jî em li hemberî dagirkeriyê di çeperan de ne. Em  jinên êzidî di heman demê de dixwazin ku roleke aşitîyê jî bilîzin û em wê rolê jî dilîzin. Heger ku ji me bê xwestin em çekan rakirin jî em ê rakin. Em ê bi her awayî bi gelê xwe re bin."
 
'Heta jinên êzidî hebin wê tu encamê negirin' 
 
Rîham Heco,bi lêv kir ku planên ku li ser Şengalê tên kirin wê bi berxwedana jinên êzidî têk biçin û ev tişt got:" Ev êîş berdewamiya fermanê ne. Îro hikûmeta Iraqê rola PDK'ê û Tirkiyeyê dilîze.  Dixwaze ku êzidiyan bê îrade bike. Dixwaze ku hêzên li Şengalê ku parastina civaka êzidî dikin ji holê rabikin. Ji xwe dema ku ev planên xwe pêk anîn wê di serî de artêşa Iraqê hilweşe û dewleta tirk bikeve Şengalê.  Li ser Şengalê di 9'ê Cotmehê de peyman hat çkêirin. Dema ku peymana 9'ê cotmehê encam negirt vê carê serî li êrîşeke çekdarî dan.Lêbelê ev plana wan jî vala derket. Bi berxwedana ku hatiye dayîn û tê dayin wê herdem ev êrîş vala derbikevin û planê dagirkirina Şengalê vala derket. Ew polîtîkayên PDK'ê yên şerê taybet careke din têk çûn. Piştî navberdayîna êrîşan êzidiyên ku çûne başûr dîsa vedigerin. Di valaderxistina vê planê de jinên êzidî roleke girîng listîn.  Heta ku berxwedana jinên êzidî hebe wê hesabên wan ê qirej li ser Şengalê encam negirin. Wê berxwedana jinên êzidî rê nede dagirkirina Şengalê."