‘Em ê bi têkoşîna xwe pergala yekperest têk bibin’

  • 09:06 6 Gulan 2022
  • Rojane
Sema Çaglak
 
AMED - Jinên ku di 1'ê Gulanê de daketin qadan,destnîşan kirin ku ew ê bi têkoşîn û rêxistinbûyîna xwe pergala yekperest a li dijî jinê têk bibin. Her wiha jinan li dijî polîtîkayên şer taybet banga piştgiriyê û mezinkirina têkoşînê kirin.
 
Li Tirkiyê di encama polîtîkayên desthîlatdariyê yên li dijî jinê tundî û kuştina jinan her diçe xwe bi rêbazek nû nîşan dide. Bi taybetî jî bi polîtîkayên bêcezahiştinê û qanûnên ku îqtîdar derdixe jî cesart ji kujeran re tê dayîn. 1’ê Gulanê ku îsal bi gelek peyamên li dijî tundî, xizanî û kedxwariyê hat pêşwazîkirin li gelek deveran jin daketin qadan û ji bo ku pêşiya wan polîtîkayan were girtin banga mezinkirina têkoşîn û birêxistinbûyînê kirin. Têkîldarî mijarê jinên çalakvan  ji ajansa me re axivîn.
 
‘Bûdçe ji şer re tê veqetandin’
 
Endama Platforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdînê Gulîzar Îpek, destnîşan kir ku qadên çalakiyên 1’ê Gulanê di heman demê de ji bo berzkirina daxwazên maf û destkeftiyên jinan e. Gulîzar, wiha axaftina xwe berdewam kir: “1’ê Gulanê ji bo me qada bilindkirina dengê xwe ji bo pêkanînan Peymana Stenbolê, tundiya li dijî jinê, li dijî kedxwariyê û rûxandinê ye. Li dijî şer daxwaza aştiyê, li dijî xizaniya jinê wekhêviya jin û mêr e.   Ji bo pêkanîna Peymana Stenbolê û li dijî newekêviya rolên zayendiya civakî em li vir in. Di vê qeyrana aborû de bûdçeya ku divê ji gel û jinan re bê veqetandin ji şer re tê veqetandin. Niha li derveyî sînor şer tê kirin û êrîşî jinan tê kirin. Em li dijî şer û êrîşan li vir in, li ber xwe didin û sekna xwe nîşan didin. Her wiha li dijî polîtîkayên şerê taybet ku li herêmê tê meşandin jî jinan hertim pêşengtî kiriye û dê vê helwesta xwe berdewam bikin.”
 
‘Jiyanek ekolojîk û kolektîv divê’
 
Ekolojîst Leyla Şîte jî diyar kir ku di nav pergala heyî de kedxwarî her diçe jinê di nav çerxa xwe de dihelîne û got: “Jin, karker, kedkar û zarok li qadan e û li dijî vê pergalê rêxsitinbûyîna xwe mezin dikin.  Hemû li dijî vê pergala kedxwariyê cih digirin. Em ê nehêlin pergal li dijî ked û nirxên me bi ser bikeve. Em dibînin ku jin li her derê keda wan tê xwarin û ev kedxwarî li hemû qadên jiyanê xwe nîşan dide. Ji cotkariyê bigire heta cihên kar û fabrîkayan, newekhêviya  rolên zayendî pêşve çûye. Heta ku em em vê pergalê têk nebirin jiyanek wekhêv ne pêlan e. Li dijî van divê jiyanek ekolojîk, wekhêv û kollekiv bê avakirin. Divê hemû mafên zindîwaran û mirovan were dayîn.”
 
‘Divê jin têkoşîna xwe ji aliye hiqûqî ve mezintir bikin’
 
Herî dawî jî Sekretera Şaxa Egitîmsenê ya Hejmar 2 a Amedê Songulcan Şîmşek, axivî û anî ziman ku divê jin têkoşîna xwe ya aliye hiqûqî zêdetir bikin. Songulcan, wiha axivî: “Em wek jinan di vê pergala yekperest de hertim tên hedefgirtin û tên kuştin. Em dizanin ku hem li tirkiyê hem jî li herêmê li dijî jinan polîîkayên şerê taybet tên meşandin.  Bi taybetî jî em di serdemekê ku jin tên kuştin û kujerên wan nayên darizandin de ne.  Heke pêşiya wan neyê girtin wê zêdeir jin werin kuştin û tundî li wan bê kirin.  Lewra divê ewilî Peymana Stenbolê were pêkanîn. Em dizanin ku kuştina jinê polîtîk e. Mixabin her jinên ku tên kuştin di aliye hiqûqî de mafê wan nayê parastin. Dadgehek ku alîgîrê mêran e li hemberê me heye. Jin divê li hemberî wan dakevin qadan û piştgirî û rêxistinbûyîna xwe mezin bikin. Her wiha divê jin di aliyê hiqûqî de jî têkoşînê bidin. ”