Li Qamişloyê 'Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê'

  • 14:26 5 Gulan 2022
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi sedhezaran kurdistanî li Herêma Cizîrê bi dirûşma “Bi vîna gel û gerîlla em ê dagirkerî û xiyanetê têk bibin” meşiyan. Piştî meşê Endama Desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif axivî û got: "Êdî bese xwînê kurdan bi destê kurdan birije. Roj roja yekbûnê ye û roj roja vîna neteweyî ye. Eger Amed bikeve wê Qamişlo, Hewlêr û Mihabat jî bikeve. Em herkesî dawetî berpirsiyarî dikin."
 
Dewleta tirk bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê nîsanê de êrişî axa Herêma Federal a Kurdistanê kirin. Heta niha jî êrîş bi awayekî dijwar dom dike. Gelê Kurd li Kurdistan û derveyî welat gelek çalakiyên şermezarkirinê li dar dixin. Gelê Herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo kombûn û meşa rûmetê li dar xistin. Meşa ku ji çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir, li statyûma 12’yê adarê weguherî mîtîngê. Meş bi dirûşma “Bi vîna gel û gerîlla em ê dagirkerî û xiyanetê têk bibin” hate li dar xistin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê, alê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Tev-Dem hatin hildan. Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, Endama Desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif axivî. 
 
'Armanca êrîşan tunekirina vîna Gelê Kurd e'
 
Foza, diyar kir ku li hember dagirkerî û hevkariya dijmin, îro gelê Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşa rûmetê li dar xist û wiha dom kir: "Em vê seknê silav û pîroz dikin. Dijminê kurdan îro li her aliyên Kurdistanê êrîş pêk tîne û herderê agir dibarîne. Armanca van êrîşan tunekirina Gelê Kurd e. Ji bo kurd nebin hêz û vê pêvajoyê de cih negirin li her aliyên Kurdistanê êrîş pêk tên. Li hember vîna gelê me û şervanên azadiyê îro dagirkeriya dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê êrîşên dijwar li dijî Şengal, Rojava û axa Başurê Kurdistanê pêk tên û dixwazin bikin çemberê de. Îro gelê me rastî ezmûnekî mezine û ev ezmûn hebûn û tunebûnê me wê diyar bike. Pêwiste wek gelê Kurdistanê û gelê Mezopotamya li hember van qirêjiyan bi yek dengî helwestê rê nedin dagirkeriyê. Divê em rê nedin vê komploya navneteweyî ku îradeya gelê me dike armanc. Dewleta tirk, hikûmeta Qazimî û PDK’ê dixwazin gelê me yê Şengalê mehkûmê qirkirinê bikin. Her wiha li Rojavayê Kurdistanê her roj êrîşên firokan pêk tê û gelê sivîl û şervanên azadiyê tên hedef girtin. Bi her awayî dixwazin em serê xwe bitewînin û teslîm bibin."
 
'Îro roja helwesta neteweyî ye'
 
Foza, bal kişand ser girîngiya serhildana gel û wiha bi lêv kir: "Gelê me yê Kurdistanê, her derê li ser piyane û dibêjin em koletî û bindestî û qirkirinê qebûl nakin. Sekna bi rûmet a Rêber Apo ji bo me talîmate. Em weke Gelê Kurd divê bibin xwedî helwest. Li hember qirkirin, dagirkerî û êrîşan bibin bersiv. Ev sekna we ya niha helwestek li dijî van êrîşan e. Em peyama xwe bi navê we hemûyan dibêjin ku em weke Gelê Kurd û mezopotamya, em ê rê nedin ku ev plan û komplo bi ser bikeve. Em rê nadin ku êdî li Kurdistanê xiyanet xwe bi rêxistin bike û bimeşe. Em rê nadin ku hevpeymana qirêj li dijî îradeya me pêk were. Gelê Kurd xwedî serok, artêş partî û vîne. Gelê Kurd bindestiyê qebûl nake û kefen çirandiye. Îro roja helwest diyarkirinê ye. Em dibêjin roja rûmetê ye û roja helwesta neteweyî ye."
 
'Pêşmerge bila nebin amûr ji vê şerê re'
 
Endama Desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza, bang ji rayederên PDK’ê kir û got: "Êdî bese xwînê kurdan bi destê kurdan birije. Roj roja yekbûnê ye û roj roja vîna neteweyî ye. Banga me biraderên pêşmergê re heye ku tevlî plana qirêj nebin. Pêşmerge bila nebin amûr ji vê şerê re. Ger Gelê Kurd û pêşmerge helwest nîşanî vê êrîşî bikin, wê ev xiyanet têk biçe. Eger Amed bikeve wê Qamişlo, Hewlêr û Mihabat jî bikeve. Em herkesî dawetî berpirsiyarî dikin. Bila kes qederê gelê me nelîze."
 
'Bijî berxwedana Îmraliyê'
 
Foza Yusuf wiha dawî li axaftina xwe anî: "Soza me li hember nirxê me ye ku em rê nadin ev plan bi ser bikeve. Em ê bi her awayî li ber xwe bidin û di xeta Rêber Apo, şervanên azadiyê, xeta rûmetê de bimeşin. Bila kes hesabên şaş neke ji ber kurd êdî serî xwe natewîne. Em herî dawî, berxwedana Rêber Apo, şervanên azadiyê silav dikin. Em dibêjin bijî berxwedana Îmraliyê.”
 
Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana şervanan” û “Bimre îxanet” bi dawî bû.