Bahoza tozê li Iraq û başûrê Kurdistanê bandora neyînî dike

  • 12:57 5 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bahoza tozê li Herêma Federe a Kurdistanê û li Iraqê bandora neyînî li ser jiyanê dike.
 
Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê, ji ber bahoza tozê ya ku li bajarê Bexda, Enbar, Kerkuk, Necef, Kerbela û Selehedîn belav bûye, tenê li Enbar û Necefê ji ber bahoza tozê zêdetirî 800 kesî ji ber nefes tengiyê serî li nexweşxaneyê dan.
 
Li bajarê Selehedîn bi heman sedemê 322 kes nefesa wan teng bû û serî li nexweşxaneyê dane. Lê ti kesê jiyana xwe ji dest nedaye. Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Bajarê Dîwaniyê Sebah Muslîm Zamlî ji ajansa fermî ya Iraqê re axivî û têkildarî bahoza tozê ya li Iraqê ragihand ku ji ber nefes tengbûnê 100 kesî serî li nexweşxaneyên Dîwaniyê dane. 
Herwiha Nexweşxaneya Yermukê ya Lezgîn a Bexdayê jî ragihand ku şeva borî ji ber tengbûna nefesê zêdetir 600 kesî serdana nexweşxaneyê kirine.
 
Hêjayê gotinê ye ku duh bişev bahoza tozê gihiştiye Herêma Kurdistanê jî. Rêveberiya Keşnasiya Herêmê ragihandibû ku bahoza tozê li Hewlêr û derdora Hewlêrê, Germiyan û başûrê Silêmaniyê jî belav bûye. Her wiha hat destnîşankirin ku li gorî pêşbîniyan wê îro heta êvarî ev bahoz berdewam bike û bi dawî bibe.