Karneyên pêşdibistanên Mexmûrê hatin belavkirin

  • 10:59 5 Gulan 2022
  • Rojane
MEXMÛR - Karneyên pêşdibistanên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi merasîmekî hat belavkirin. 
 
Zarokên Pêşdibistanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi kelecanek mezin karneyên xwe girtin. Ji bo belavkirina karneyan merasîmek hat lidarxistin. Mamoste, xwendevan û malbatên wan tevlî bernameyê bûn. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê bername destpêkir. Di bernameyê de mamoste Bihar Benek axivî. Bihar, di destpêkê de xêr hatina hemû xwendevan û malbatên wan kir û wiha axivî: “Ligel hemû zorî û zehmetiyan me perwerdeya xwe berdewam kir. Hemû hewildanên me ji bo pêşeroja zarokên me ne. Bila zarokên me jiyaneke serkeftî bijîn. Hemû erk û berpirsyartiyên ku dikevin ser milê me û malbatan gerek em pêkbinin. Em di wê baweriyê de ne ku hemû dayik wan berpirsyartiyên xwe pêk bibin û perwerdekirina zarokên wan li pêşiya her tiştî be."
 
Pişti axaftina Biharê karne hatin belavkirin. Bernameya zarokan bi stran gotinê û berzkirin dirûşmeyan bi dawî bû.