KCDP: Di meha Nîsanê de 24 jin hatine kuştin

  • 16:55 4 Gulan 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora KCDP’ê ya meha nîsanê 24 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 16 jî bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane. 
 
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora meha nîsana 2022’yan aşkera kir. Li gorî daneyên di raporê de cih digirin, di meha nîsanê de 24 jin hatine kuştin û 16 jî bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de tê gotin ku ji 24 jinan nayê zanîn 13 jin ji ber kîjan sedemê hatine kuştin û 10 jin jî dema xwestine ew û hevjînên xwe dest ji hev berdin hatine kuştin û jinek jî bi hinceta aboriyê hatiye kuştin. 
 
Di raporê de tê gotin ku ji 24 jinan 11 jin ji aliyê hevjînê xwe ve, yek jî ji aliyê hevalê xwe berê ve, 7 jin ji aliyê hevjînên xwe yê berê ve, jinek ji aliyê lawê xwe ve û jinek jî ji aliyê kesek nehat nasîn ve hatine kuştin. 15 jin li mala xwe, 4 jin li kolanan, jinek di erebeyê de, jinek li kargehê, jinek li parkê û jinek jî li kêleka rêyek ku bêdeng e hatiye kuştin.