Şêniyên Mexmûrê êrîşên li ser Şengalê şermezar kirin

  • 12:32 4 Gulan 2022
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê di pêşengiya Meclila Îştar û Meclisa Gel de êrişên artêşa Îraqê yên liser Şengalê bi daxwiyaniyekê hatin şermezarkirin.
 
Li Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di pêşengtiya Meclisa Îştar û Meclisa Gel de li ber deriyê avahiya malbatên Şehidan şêniyên wargehê kom bun û bi daxwiyaniyekê êrişên artêşa Îraqê yên li ser Şengalê şermezar kirin. Daxwiyaniya ku bi deqeyeke rêzgirtina ji bo şehidên azadiya Kurdistanê hat destpêkirin, ji aliyê endama Koordinasyona Meclisa Îştar Pakistan Bilen ve hat dayin. 
 
Daxuyanî wiha ye: "Sedemê kombuna meya vêdere ji bo Gelê Şengalê ye.  Wek tê zanin di van demên dawî de êrişên li ser Şengalê her ku diçe zêde dibin. Divê çarçoveyê de dema em li diroka Şengalê dinêrin hertim di bin êrişan de maye. Sedema vê yekê jî ew e ku  baweriya êzidiyan ji holê rabikin.  Rexmi ku gelek caran ferman bi serê wan de hatine jî di  sala 2014’an de DAÎŞ'ê careke din ferman bi serê wan de anî.  Gelê meyê Şengalê hina birînên vê fermanê nepêçane. 
 
Sedema wê ya yekemîn jî bi temami ji holêrakirina Civaka Êzidî bû. Ya duwem ji xwestin ku çiyayên Şengalê ji bo Tirkiyê û PDK’ê bikin baregeh. 
 
'Xeteriya fermaneke nû heye' 
 
Niha ji bi hevpeymana 9’ê Cotmehê re careke din êrîşî Şengalê dikin û ev bixwe re xeteriyên ku fermaneke nu bidin destpêkirin tîne. Ev xeteriyek pir mezin e ku bi şêniyên Şengalê re li ser tevahi Kurdistanê tê meşandin. Dixwazin ku Gelê Kurd bi hebun û tunebunê re ru bi ru bihêlin. Dixwazin xeteriyên heyî mezintir bikin. Dixwazin ku pergala xwesertiya ku hati avakirin ji holê rabikin û ya di jî Gelê Kurd ji holê rabikin û peymana Lozanê bi cih binin. 
 
Em wek Gelê Kurd di serdemek pir giring re derbas dibin pêwist e tekuşina me û berxwedaname ji ew qaz mezin be. Divê Gelê Kurd di vê ferqê de be û li ber xwe bide. Ji bo viya em wekî şêniyên Wsargeha  Şehîd Rustem Cudî taybet êrişn li ser Şengalê pêk tên û ku di heman demê de êrîşên li ser Gelê Kurd li dijî wan em diçalakiyan de ne.
 
Daxwiyani bi duruşmeyên, "Bimre ixanet , "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Şengalê" bidawi bu