Ji Fîgen Yuksekdag peyama 1’ê Gulanê

  • 12:31 1 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 1'ê Gulanê Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag peyamek şand û got: “Ji bo ked, nan, vîn û azadiya me carekdin haydê ber bi qadên 1’ê Gulanê ve.” 
 
Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, bi minasebeta 1'ê Gulanê peyamek ji Girtîgeha Kandirayê şand û 1'ê Gulanê pîroz kir. Peyama Fîgenê li ser hesabê wê ya medyaya dijîtal hat parvekirin. 
 
Fîgen di peyama xwe de wiha got: “Silav ji bo yên 1’ê Gulanê li qadan bi kêfxweşî pêşwazî dikin! Ji bo ked, nan, vîn û azadiya me carekdinê hayîdê ber bi qadên 1’ê Gulanê ve! ‘#1MayısİsciBayramı’”