Ji Fîgen Yuksekdag peyama 1’ê Gulanê 2022-05-01 12:31:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 1'ê Gulanê Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag peyamek şand û got: “Ji bo ked, nan, vîn û azadiya me carekdin haydê ber bi qadên 1’ê Gulanê ve.”    Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, bi minasebeta 1'ê Gulanê peyamek ji Girtîgeha Kandirayê şand û 1'ê Gulanê pîroz kir. Peyama Fîgenê li ser hesabê wê ya medyaya dijîtal hat parvekirin.    Fîgen di peyama xwe de wiha got: “Silav ji bo yên 1’ê Gulanê li qadan bi kêfxweşî pêşwazî dikin! Ji bo ked, nan, vîn û azadiya me carekdinê hayîdê ber bi qadên 1’ê Gulanê ve! ‘#1MayısİsciBayramı’”