Malbata Şenyaşar: Êdî bes e bila edalet were

  • 13:26 28 Nîsan 2022
  • Rojane
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên di roja 416’emîn de çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê didomînin ev peyam parve kirin: "Daxwaza me bû daxwaza bi milyonan kesan. Êdî bes e bila edalet were."
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 416’an de berdewam dike. Emîn Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li ser derenceyên pêş edliyeyê rûniştin û dest bi çalakiya xwe ya nobetê kirin. 
 
‘Êdî bes e bila edalet were’
 
Malbatê li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal hesabên Wezareta Dadê û Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag etiket kir û ev peyam parve kir: “Me di pêvajoya nobeta xwe ya edaletê de heqaret li kesî nekir. Me bêbextî li kesî nekir. Me ev ji cîhanê re ragihand. Daxwaza me bû daxwaza bi milyonan kesan. Êdî bes e bila edalet were.”