Li Rojava 1'ê Gulanê bû betlaneya fermî

  • 13:37 27 Nîsan 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro biryarnameyek bi hejmara 9'an derxist û diyar kir wê êdî 1'ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê roja betlaneyê be.
 
Naveroka biryarnameyê wiha ye:
 
"Bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê, Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev biryar da:
 
Roja 1'ê Gulanê betlaneya fermî ye, tenê saziyên ku divê erkên xwe bidomînin, ji vê biryarê tên îstîsnakirin."