Li Rojava 1'ê Gulanê bû betlaneya fermî 2022-04-27 13:37:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro biryarnameyek bi hejmara 9'an derxist û diyar kir wê êdî 1'ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê roja betlaneyê be.   Naveroka biryarnameyê wiha ye:   "Bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê, Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev biryar da:   Roja 1'ê Gulanê betlaneya fermî ye, tenê saziyên ku divê erkên xwe bidomînin, ji vê biryarê tên îstîsnakirin."