Astengkirina daxuyaniya di Nobeda Edaletê de hat şermezarkirin
- 15:36 26 Nîsan 2022
- Rojane
WAN - Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin astengkirina daxuyaniya di Nobeda Edaletê de bi çepikan şermezar kirin.
Çalakiya Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin dane destpêkirin, li pêş Kampusa Girtîgehên Wanê berdewam kir. Daxuyaniya ku parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, TUHAY-DER’a Wanê, rêveberên DBP’ê û HDP’ê, GOÇ-DER’ê jî piştgiriya wê kir, hate astengkirin. Cendermeyan malbatên ku dorpêç kirin bi hêceta “ewlehiyê” destûr nedan wan ku daxuyaniyê bidin û nehiştin rojnamevan jî bikevin qadê.
Ji ber cendermeyan destûr neda malbatan, wan jî ev yek bi çepikan şermezar kir.