Astengkirina daxuyaniya di Nobeda Edaletê de hat şermezarkirin 2022-04-26 15:36:17   WAN - Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin astengkirina daxuyaniya di Nobeda Edaletê de bi çepikan  şermezar kirin.    Çalakiya Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin dane destpêkirin, li pêş Kampusa Girtîgehên Wanê berdewam kir. Daxuyaniya ku parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, TUHAY-DER’a Wanê, rêveberên DBP’ê û HDP’ê, GOÇ-DER’ê jî piştgiriya wê kir, hate astengkirin. Cendermeyan malbatên ku dorpêç kirin bi hêceta “ewlehiyê” destûr nedan wan ku daxuyaniyê bidin û nehiştin rojnamevan jî bikevin qadê.    Ji ber cendermeyan destûr neda malbatan, wan jî ev yek bi çepikan şermezar kir.