Artêşa Iraqê bi tank, top û gelek leşkeran ve kete Şengalê

  • 19:59 25 Nîsan 2022
  • Rojane
ŞENGAL - Li Şengalê rewşa aloz kûrtir dibe û artêşa Iraqê bi hejmareke zêde ya leşkeran, wesayîtên zirxî, tank û obusan kete navenda Şengalê.
 
Li Şengalê ligel hemû hewldanên çareserkirina aloziya heyî, liv û tevgera artêşa Iraqê berdewam dike.
 
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, hejmareke zêde ji leşkerên artêşa Iraqê, tevî wesayitên zirxî, tank û obusan ketine Şengalê.
 
Tê gotin ev hêz ji Mûsilê bi rê ketiye û hatiye Şengalê. Liv û tevgera artêşê ya li Şengalê berdewame.