Artêşa Iraqê bi tank, top û gelek leşkeran ve kete Şengalê 2022-04-25 19:59:55   ŞENGAL - Li Şengalê rewşa aloz kûrtir dibe û artêşa Iraqê bi hejmareke zêde ya leşkeran, wesayîtên zirxî, tank û obusan kete navenda Şengalê.   Li Şengalê ligel hemû hewldanên çareserkirina aloziya heyî, liv û tevgera artêşa Iraqê berdewam dike.   Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, hejmareke zêde ji leşkerên artêşa Iraqê, tevî wesayitên zirxî, tank û obusan ketine Şengalê.   Tê gotin ev hêz ji Mûsilê bi rê ketiye û hatiye Şengalê. Liv û tevgera artêşê ya li Şengalê berdewame.