ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2022'YAN

  • 09:00 11 Nîsan 2022
  • Rojev
 
*Hevseroka OHD’ê ya Rihayê Meral Halat da zanîn ku demên dawî de bûyerên wesayîtên zirxî yên li bajarên kurd zêde bûne û ji wesayîtên zirxî yên li kolanan digerin dewlet berpirse. DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Pîrozhan Karalî ya di rêveberiya HDP’a Amedê de jî cih digire der barê berdana gumanbarê sereke yê windabûna Gulîstan Doku, Zaînal Abarakov de axivî û da zanîn ku êdî ne di avê de divê li reşahiyê lêgerîn bê kirin. DÎMEN HEYE
 
*Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi gotina ‘Jiyan bi rastiya dayiktiyê girêdayê ye’ dayika xwe Uveyş Ocalan û bandora wê ya li ser jiyana wî di pirtûk û axaftinên xwe de tîne ziman.