Komploya li dijî Abdullah Ocalan di rojeva meclîsê de ye

  • 18:26 9 Cotmeh 2024
  • Rojane
ENQERE- Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît,di 9’emîn salvegera komploya 9’ê cotmehê de daxuyaniya ji Îtalyayê hatiye bibîr xist û wiha got: “Hêzên navneteweyî her tim  ji bo Tirkiyeyê bikin bin hegemonya xwe û polîtîkayên xwe bike dewrê pisgirêka Kurd îstîsmar kirine.”
 
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît di civîna Lijneya Giştî ya Meclîsê de komploya navneteweyî ya 9’ê cotmehê û tecrîd anî rojevê.
 
Gulîstanê diyar kir ku sedema krîzên li Tirkiyeyê komploya 9’ê cotmehê ye û îtîrafa serokwezîrê Îtalyayê ya di rojên berê de kiribû bibîrxist.
 
‘Komployê şer gur kir’
 
Gulîstanê wiha got: “Herî dawî serokwezîrê îtalyayê got; ‘Amerîkayê ji me re got Ocalan bidin Tirkiyeyê. Em welatê NATO’Yê bûn. Hêza me tunebû. Ji ber vê jî me li dijî vê daxwaza Amerîkayê serî tewand.’ Amerîkayê û hêzên navneteweyî gelo ev ji bo fêdeya Tirkiyeyê û gelên TirkiyeyÊ kir an jî ji bo Tirkiyeyê demek dirêj di şer de bihêlin ev kir. Divê bersiva vê pirsê bê dayîn.  Hêzên navneteweyî pisgirêka Kurd îstîsmar kirine. Heman demê de îradeya Tirkiyeyê xistine bin îpotekê.”
 
Gulîstanê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dema avakirina ji nûve  a têkiliya Kurd-Tirk a di zemîna demokratîk de hatiye û wiha anî ziman: “Pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên înkar û îmhayê nikare bê çareserkirin. Divê meclîs rola xwe ya dîrokî bilîze. Bila Tirkiye demokratîk bibe. Bila pirsgirêka Kurd çareser bibe, demokratîk bibe. Em dikarin vê pêk bînin. Ez banga berprisyariyê li meclîsê dikim.