ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-11 09:00:00     *Hevseroka OHD’ê ya Rihayê Meral Halat da zanîn ku demên dawî de bûyerên wesayîtên zirxî yên li bajarên kurd zêde bûne û ji wesayîtên zirxî yên li kolanan digerin dewlet berpirse. DÎMEN HEYE   *Parêzer Pîrozhan Karalî ya di rêveberiya HDP’a Amedê de jî cih digire der barê berdana gumanbarê sereke yê windabûna Gulîstan Doku, Zaînal Abarakov de axivî û da zanîn ku êdî ne di avê de divê li reşahiyê lêgerîn bê kirin. DÎMEN HEYE   *Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi gotina ‘Jiyan bi rastiya dayiktiyê girêdayê ye’ dayika xwe Uveyş Ocalan û bandora wê ya li ser jiyana wî di pirtûk û axaftinên xwe de tîne ziman.