Ayla Akat Ata bi şewbê ket
- 14:47 8 Nîsan 2022
- Rojane
ENQERE - Aktivîsta TJA'yê û parlamentera HDP'ê ya berê Ayla Akat Ata ya ku ji ber doza Kobanê girtî tê darizandin li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê bi şewba Kovid-19'ê ket.
Aktivîsta TJA'yê û parlamentera HDP'ê ya berê Ayla Akat Ata ya ku ji ber doza Kobanê girtî tê darizandin li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê bi şewba Kovid-19'ê ket.
Do Aylayê di doza Kobanê de ya ku beşdar bûbû dabû zanîn ew ne rehet e û testa Kovid-19'ê daye û ji eywana rûniştinê veqetiyabû. Testa Aylayê ya hestiyên wê û serê wê diêşiyan û bê hal bû pozîtîk derket.
Aylayê ya ku ji ber testa wê pozîtîk derket beşdarî rûniştinê nebû kirin bin karantînayê. Aylayê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) rûniştinê dişopîne.