Ayla Akat Ata bi şewbê ket 2022-04-08 14:47:08     ENQERE - Aktivîsta TJA'yê û parlamentera HDP'ê ya berê  Ayla Akat Ata ya ku ji ber doza Kobanê girtî tê darizandin li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê bi şewba Kovid-19'ê ket.    Aktivîsta TJA'yê û parlamentera HDP'ê ya berê  Ayla Akat Ata ya ku ji ber doza Kobanê girtî tê darizandin li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê bi şewba Kovid-19'ê ket.    Do Aylayê di doza Kobanê de ya ku beşdar bûbû dabû zanîn ew ne rehet e û testa Kovid-19'ê daye û ji eywana rûniştinê veqetiyabû. Testa Aylayê ya hestiyên wê û serê wê diêşiyan û bê hal bû pozîtîk derket.    Aylayê ya ku ji ber testa wê pozîtîk derket beşdarî rûniştinê nebû kirin bin karantînayê. Aylayê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) rûniştinê dişopîne.