Parêzeran ji bo 5’ê Nîsanê daxuyanî dan
- 16:02 5 Nîsan 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên maf û pîşeyî têkildarî 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran daxuyanî dan û gotin: "Pîşeya me di bin gefan de ye.”
Baro û rêxistinên mafan têkildarî 5’ê Nîsanê Roja Parêzaren li Enqere, Stenbol, Amed, Îzmîr, Êlih, Riha, Mêrdîn û Edeneyê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyan de hate diyar kirin ku parêzerî di bin xetereyê de ye û bal kişandin ser serbixwetiya darazê, heqdestê parêzeriyê, xwe gihandina edaletê, tundiya li ser parêzeran û pir baroyiyan. Baro û rêxistinên mafan bi gotina “Pîşeya me di bin gefan de ye” diyar kirin ku wê ji bo daraza serbixwe û xwe gihandina edaletê têbikoşin.