Li Edeneyê agirê Newrozê hat vêxistin

  • 08:45 12 Adar 2022
  • Rojane
EDENE - Agirê ewil ê Newroza dê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" li Edeneyê bê pîrozkirin hat vêxistin. 
 
Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê li Taxa Gulbahçeyê ya Edeneyê do di saetên êvarî de bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" agirê Newrozê yê ewil vêxistin. Di çalakiya gel bi çepik û tilîliyan piştgirî dayê de ciwanan xwe ji ser agir avêtin. Dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Newroz pîroz be" hatin berzkirin. Li dora agirê Newrozê stran hatin gotin.