Li Edeneyê agirê Newrozê hat vêxistin 2022-03-12 08:45:03   EDENE - Agirê ewil ê Newroza dê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" li Edeneyê bê pîrozkirin hat vêxistin.    Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê li Taxa Gulbahçeyê ya Edeneyê do di saetên êvarî de bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" agirê Newrozê yê ewil vêxistin. Di çalakiya gel bi çepik û tilîliyan piştgirî dayê de ciwanan xwe ji ser agir avêtin. Dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Newroz pîroz be" hatin berzkirin. Li dora agirê Newrozê stran hatin gotin.