Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Îdirê de girtin

  • 09:19 10 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
ÎDIR - Polîsan bi ser avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Îdirê de girtin. 
 
Îro di danê sibehê de polîsan bi ser avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îdirê de girtin. Polîsên tîmên taybet tevahiya kolan û cadeyên derdikevin avahiya partiyê girtin. Sedema serdegirtinê nehate zanîn. Hat zanîn ku lêgerîna li avahiya partiyê didome.