Piştî mîtinga 8'ê Adarê Safiye Akdag hat binçavkirin
- 21:59 8 Adar 2022
- Rojane
AMED - Piştî mîtinga 8'Adarê Roja Jinan a Cîhanê Safiye Akdag hat binçavkirin.
Platforma Jinê ya Dicle Amedê (DAKAP) ji bo 8'Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Qada Îstasyonê ya Amedê miting li dar xist. Piştî mitingê Safiye Akdag a pêşkeşvaniya mitingê kir hat binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat hînbûn. Hat diyarkirin Safiyeyê birine Şaxa Ewlehiyê.
Hat diyarkirin dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.