Piştî mîtinga 8'ê Adarê Safiye Akdag hat binçavkirin 2022-03-08 21:59:55     AMED - Piştî mîtinga 8'Adarê Roja Jinan a Cîhanê Safiye Akdag hat binçavkirin.   Platforma Jinê ya Dicle Amedê (DAKAP) ji bo 8'Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Qada Îstasyonê ya Amedê miting li dar xist. Piştî mitingê Safiye Akdag a pêşkeşvaniya mitingê kir hat binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat hînbûn. Hat diyarkirin Safiyeyê birine Şaxa Ewlehiyê.   Hat diyarkirin dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.