Li Enqereyê mîtinga 8'ê Adarê dest pê kir
- 16:11 6 Adar 2022
- Rojane
ENQERE - Bi hezaran jin bi dirûşma "Li dijî tundiya dewlet û mêr û xizaniyê bijî 8'ê Adarê" herikîn qadan.
Bi pêşengiya Platforma Jinê ya Enqereyê bi dirûşma "Li dijî tundiya dewlet û mêr û xizaniyê bijî 8'ê Adarê" mîtinga 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Anitparkê dest pê kir. Di mîtinga bi hezaran jin hatin gel hevdu de pankartên "Jin şer naxwazin","Bijî têkoşîna jinan","Em ê serî li hember tundiya we netewînin" hatin vekirin.
Jin bi cilên xwe yên gelêrî beşdarî mîtingê bûn. Jinan filarên bi rengê kesk, sor û zer hilgirtin.
Wêneyên Garibe Gezer û Deniz Poyraz negirtin qadê
Polîsan nehiştin jin wêneyên Garibe Gezer a li girtîgehê bi guman jiyana xwe ji dest da û wêneyê Deniz Poyraz a li avahiya HDP'ê bi êrişa Onur Gencer hat qetilkirin, bikin qadê.
Her wiha polîsan nehiştin jin wêneyên Sabahat Tuncel, Gultan Kişanak û Figen Yuksekdag jî bikin qadê.
Mîting bi govend û dirûşmên jinan didome.