Li Enqereyê mîtinga 8'ê Adarê dest pê kir 2022-03-06 16:11:06     ENQERE - Bi hezaran jin bi dirûşma "Li dijî tundiya dewlet û mêr û xizaniyê bijî 8'ê Adarê" herikîn qadan.    Bi pêşengiya Platforma Jinê ya Enqereyê bi dirûşma "Li dijî tundiya dewlet û mêr û xizaniyê bijî 8'ê Adarê" mîtinga 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Anitparkê dest pê kir. Di mîtinga bi hezaran jin hatin gel hevdu de pankartên "Jin şer naxwazin","Bijî têkoşîna jinan","Em ê serî li hember tundiya we netewînin" hatin vekirin.    Jin bi cilên xwe yên gelêrî beşdarî mîtingê bûn. Jinan filarên bi rengê kesk, sor û zer hilgirtin.    Wêneyên Garibe Gezer û Deniz Poyraz negirtin qadê   Polîsan nehiştin jin wêneyên Garibe Gezer a li girtîgehê bi guman jiyana xwe ji dest da û wêneyê Deniz Poyraz a li avahiya HDP'ê bi êrişa Onur Gencer hat qetilkirin, bikin qadê.    Her wiha polîsan nehiştin jin wêneyên Sabahat Tuncel, Gultan Kişanak û Figen Yuksekdag jî bikin qadê.   Mîting bi govend û dirûşmên jinan didome.