Li gundê Hesewîkê yê Şengalê şahiya 8'ê Adarê hat lidarxistin

  • 15:08 6 Adar 2022
  • Rojane
 
ŞENGAL - Li gundê Hesewîkê yê Şengalê jinan bi cil û bergên xwe yên gelêrî 8’ê Adarê pîroz kirin.
 
Ji serê meha adarê ve li Şengalê amadekariyên 8’ê Adarê dest pê kirine û her deverên Şengalê bi afişên rengo reng hatiye xemilandin. Îro jî li gundê Hesewîkê yê li ser sînorê Şengal û Rojavayê Kurdistanê ku piranî pekhateyên ereb lê dijîn jinên ereb bi coşek mezin 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kirin. Bi sedan jinên ereb û êzidî bi cil û bergên xwe qada şahiyê xemilandin. Şahî bi axaftina Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Mehra Şengal dest pê kir.
 
Mehra Şengal 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: “Rêya azadiya jinê bi yekîtiyê mîsoger dibe. Ji ber wê jî ew ê yekgirtina jinan pêk were û li ser wê xebatê xwe mezin bikin.”
 
Hacer Helbûsî ya ji pêkhateya ereb jî roja 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û da zanîn ku jin bi hev re bi hêz in.
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.