Parêzerên OHD'ê bi govend û tilîliyan hatina 8'ê Adarê pêşwazî kirin
- 15:03 6 Adar 2022
- Rojane
AMED - Jinên OHD’ê bi pankarta "Bi Rihê 8’ê Adarê, ber bi avakirina Jiyana Azad ve" li kafeya Taş Mahale li hev civiyan. Jinên OHD’ê bi govend û tilîlyan hatina 8’ê Adarê pîroz kirin.
Jinên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li kafeya bi navê Taş Mahale, di xwarina taştê de li hev civiyan û herî dawî jî bi govendê dawî li bernameya xwe anîn. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş jî beşdarî hevdîtina jinan bû.
Jinan bi govend û tilîliyan hatina 8’ê Adarê pîroz kirin.