Parêzerên OHD'ê bi govend û tilîliyan hatina 8'ê Adarê pêşwazî kirin 2022-03-06 15:03:57     AMED - Jinên OHD’ê bi pankarta "Bi Rihê 8’ê Adarê, ber bi avakirina Jiyana Azad ve" li kafeya Taş Mahale li hev civiyan. Jinên OHD’ê bi govend û tilîlyan hatina 8’ê Adarê pîroz kirin.   Jinên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li kafeya bi navê Taş Mahale, di xwarina taştê de li hev civiyan û herî dawî jî bi govendê dawî li bernameya xwe anîn. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş jî beşdarî hevdîtina jinan bû.   Jinan bi govend û tilîliyan hatina 8’ê Adarê pîroz kirin.