Çalakiyên 8'ê Adarê didomin

  • 16:48 5 Adar 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên 8'ê Adarê li gelek bajaran didomin. Jinan di çalakiyên xwe de bal dikişînin ser pergala serdest û banga têkoşîna hevpar dikin. 
 
Bi minasebeta 8'ê Adarê li Riha, Edene û Hatayê jin bi çalakiyên cuda 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Jinan di çalakiyên xwe de daxwazên xwe tînin ziman û banga têkoşîna hevpar dikin. 
 
Riha
 
Platforma Jinan a Rihayê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de panelek li dar xist. Di panelê de jinan bal kişand ser newekheviya li hemberî jinan û rê û rêbazên têkoşînê. 
 
Edene 
 
Jinên endamên Ekmek û Gul, li Navenda Çandê ya Selman-i Pakê bernameyek taybet organîzekirin. Di bernameyê de helbest xwendin, stran gotin û skeç hebûn. Gelek jin tevlî bernameyê bûn. 
 
Hatay
 
Di 8'ê Adarê de li Parka Boyacilarê di saet 17.30'an de hevdîtina jinan pêk bê. Di çarçoveya hevdîtinê de îro Platforma Jinan a Îskenderûnê li kolanan belavokên bangewaziyê belavkirin.