Çalakiyên 8'ê Adarê didomin 2022-03-05 16:48:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên 8'ê Adarê li gelek bajaran didomin. Jinan di çalakiyên xwe de bal dikişînin ser pergala serdest û banga têkoşîna hevpar dikin.    Bi minasebeta 8'ê Adarê li Riha, Edene û Hatayê jin bi çalakiyên cuda 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Jinan di çalakiyên xwe de daxwazên xwe tînin ziman û banga têkoşîna hevpar dikin.    Riha   Platforma Jinan a Rihayê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de panelek li dar xist. Di panelê de jinan bal kişand ser newekheviya li hemberî jinan û rê û rêbazên têkoşînê.    Edene    Jinên endamên Ekmek û Gul, li Navenda Çandê ya Selman-i Pakê bernameyek taybet organîzekirin. Di bernameyê de helbest xwendin, stran gotin û skeç hebûn. Gelek jin tevlî bernameyê bûn.    Hatay   Di 8'ê Adarê de li Parka Boyacilarê di saet 17.30'an de hevdîtina jinan pêk bê. Di çarçoveya hevdîtinê de îro Platforma Jinan a Îskenderûnê li kolanan belavokên bangewaziyê belavkirin.