Li Girtîgehên Marmarayê 35 girtiyên jin ên nexweş hene

  • 16:31 5 Adar 2022
  • Rojane
STENBOL - Di çalakiya "Rûniştina F" ya Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Stenbolê pêk hat û bi wesîleya hefteya 8’ê Adarê komîsyon bal kişand ser rewşa girtiyên jin ên nexweş. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 519’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Komîsyonê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyên jin ên nexweş. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin û pankarta “Bila girtiyên nexweş werin berdan” hat vekirin û endamên ÎHD’ê û gelek jin tevli beşdar bûn. 
  
Endama Komîsyonê Meral Nergîz Şahîn daxuyanî xwend û anî ziman ku li seranserî cihanê li Tirkiyê jî jin li her qadê li hember pergala serdest a zilaman sekna xwe nîşan didin. Meral, da zanîn ku jin têkoşîna xwe ya ji bo jiyanek azad û wekhev didomînin û got: “Jin li her deverê li dijî tundî û kuştinan têkoşîna xwe mezintir dikin.” 
 
Meral,  diyar kir ku li girtîgehan gelek jinên nexweş hene û rewşa girtiyên nexweş li ber çavan û roj bi roj rewşa wan giran dibe. Meral, anî ziman ku ji ber polîtîkayên tecrîdê girtiyên nexweş nayên dermankirin û berdan û got ew 8’ê Adarê li hemû jinên girtî yên nexweş pîroz dikin û xwest tavilê werin berdan. 
 
Meral bal kişand ser rewşa 35 jinên girtî yên nexweş ku li girtîgehên Herêma Marmarayê girtî ne û navê wan û nexweşînên wan rêz kir.
 
Navên girtiyan û nexweşînên wan wiha ne: 
 
Girtîgeha Bakirkoyê: 
 
* Dîlek Oz: Nexweşiya dil, astim, tansîyonê zêde 
 
* Elîf Yaş: Nexweşiya dil 
 
* Fatma Tokmak: Nexweşiya  dil û tansiyonê zêde 
 
* Hazîne Alçi: Di çok û ranên wê de platîn heye û bi fizikî astengdar e
 
 * Jiyan Erdînç: Di lingê wê de platîn heye, li ser gopalan bi rê ve diçe û nikare xwe li ser pêya bigire 
 
* Ozge Ozbek: Di mêjiyê wê de ûr heye û hatiye emeliyatkirin û dermankirina wê didome. 
 
* Sureyya Bulut: Nexweşiya Wernicke Korsakoff pê re heye û ji ber ku di mêjiyê wê de perçeyên şarapnelê hene tenduristiya wê di xetereyê de ye.
 
* Şûkran Avşar, nexweşê Şizofrenê lê hatiya zanîn û rewşa wê xirabe.
 
* Canşah Çelik: Nexweşiya dil, astim, fitiqa stû û piştê pê re heye
 
* Hiyem Yolcu: Piştî greva birçîbûnê lingê wê îltîhab girtiye û birîn hene û nirxên xwîna wê kêm.
 
Girtîgeha Kocaeliyê: 
 
* Ayfer Ayçîçek: Pisgirêkên giran yê ruhî pê re peyda bûne û teşhîsa şîzofreniyê lê hatiye danîn.
 
* Fadîme Coşar: Penceşêriya malzarokê.
 
* Gulistan Abdo: Di pişta wê de kîs heye û lingê wê hatiye jêkirin. 
 
* Guneş Tekîn: Di pişika wê, pişta wê de parçeyên şarapnalê hene û nayê dermankirin. 
 
* Havva Ak: Penceşêra pêsîrê 
 
* Mesude Pehlîvan: Penceşêra malzarokê û mîdeyê. 
 
* Mizgîn Aydin: Penceşêra pêsîrê.
 
* Nazîme Avraz: Nexweşiya dil û şekir. 
 
* Remziye Baloglu: Kronîk Behçet û osteoporoz (helandina hestiyan). 
 
* Ruhşan Bozan: Nexweşiya şekir, Kronik Behçet, osteoporoz û çerm. 
 
 * Îpek Cîgretaş: Tansiyon û dil.
 
* Zelîha Bulut: Nexweşiya alerjî, astim û bi nexweşiyên jinan re rûbirû maye.
 
Girtîgeha Kandirayê ya jimara 1'an a Tîpa F'yê:
 
* Aysel Tugluk: Nexweşiya demansê û nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe rojan pêk bîne. 
 
* Laleş Çelîker: Di dilê wê de kombûna avê, fitiqa piştê û nexweşiya kîsikê zirav.
 
* Denîz Tepelî: Di malzaroka wê de kîs hatiye tespîtkirin û hatiye emeliyatkirin û tedawiya wê didome. 
 
Girtîgeha Sîlîvriyê Jimara 9’an:
 
* Aysu Baykal: Nexwiya gurcikan a kronîk.
 
* Barkin Tîmtîk: Ji ber ku di malzaorka wê de kîst hene, divê bê dermankirin. 
 
* Seval Yaprak: Nexweşiya dil.
 
* Yasemîn Karadag: Neqilkirina gurcikê û tansiyon û osteoporoz.
 
* Ozlem Taşdemîr: Şîzofren, Ji ber pirsgirêkan damarê wê serê tiliya piyê wê hatiye birîn û divê birêkûpêk were dermankirin.
 
Girtîgeha Jinan a Yenîşehira Bûrsayê: 
 
* Fatma Demîr: Penceşêra malzarokê û ba 
 
* Saîme Avşîn: Astengdar e û li ser sendelya teker dijî.
 
*Zeynep Genlîoglu: Ji sedî 54 astengdar e. 
 
Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê: 
 
* Aysun Şahîn: Nexweşiya dil û Multiple Skleroz
 
* Nazli Çatpinar: Astima kronîk. 
 
Girtîgeha Edîrneyê ya Jinan:
 
* Hêlîn Oncu: Nexweşiya pişikê û kezebê.