Li Girtîgehên Marmarayê 35 girtiyên jin ên nexweş hene 2022-03-05 16:31:59   STENBOL - Di çalakiya "Rûniştina F" ya Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Stenbolê pêk hat û bi wesîleya hefteya 8’ê Adarê komîsyon bal kişand ser rewşa girtiyên jin ên nexweş.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 519’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Komîsyonê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyên jin ên nexweş. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin û pankarta “Bila girtiyên nexweş werin berdan” hat vekirin û endamên ÎHD’ê û gelek jin tevli beşdar bûn.     Endama Komîsyonê Meral Nergîz Şahîn daxuyanî xwend û anî ziman ku li seranserî cihanê li Tirkiyê jî jin li her qadê li hember pergala serdest a zilaman sekna xwe nîşan didin. Meral, da zanîn ku jin têkoşîna xwe ya ji bo jiyanek azad û wekhev didomînin û got: “Jin li her deverê li dijî tundî û kuştinan têkoşîna xwe mezintir dikin.”    Meral,  diyar kir ku li girtîgehan gelek jinên nexweş hene û rewşa girtiyên nexweş li ber çavan û roj bi roj rewşa wan giran dibe. Meral, anî ziman ku ji ber polîtîkayên tecrîdê girtiyên nexweş nayên dermankirin û berdan û got ew 8’ê Adarê li hemû jinên girtî yên nexweş pîroz dikin û xwest tavilê werin berdan.    Meral bal kişand ser rewşa 35 jinên girtî yên nexweş ku li girtîgehên Herêma Marmarayê girtî ne û navê wan û nexweşînên wan rêz kir.   Navên girtiyan û nexweşînên wan wiha ne:    Girtîgeha Bakirkoyê:    * Dîlek Oz: Nexweşiya dil, astim, tansîyonê zêde    * Elîf Yaş: Nexweşiya dil    * Fatma Tokmak: Nexweşiya  dil û tansiyonê zêde    * Hazîne Alçi: Di çok û ranên wê de platîn heye û bi fizikî astengdar e    * Jiyan Erdînç: Di lingê wê de platîn heye, li ser gopalan bi rê ve diçe û nikare xwe li ser pêya bigire    * Ozge Ozbek: Di mêjiyê wê de ûr heye û hatiye emeliyatkirin û dermankirina wê didome.    * Sureyya Bulut: Nexweşiya Wernicke Korsakoff pê re heye û ji ber ku di mêjiyê wê de perçeyên şarapnelê hene tenduristiya wê di xetereyê de ye.   * Şûkran Avşar, nexweşê Şizofrenê lê hatiya zanîn û rewşa wê xirabe.   * Canşah Çelik: Nexweşiya dil, astim, fitiqa stû û piştê pê re heye   * Hiyem Yolcu: Piştî greva birçîbûnê lingê wê îltîhab girtiye û birîn hene û nirxên xwîna wê kêm.   Girtîgeha Kocaeliyê:    * Ayfer Ayçîçek: Pisgirêkên giran yê ruhî pê re peyda bûne û teşhîsa şîzofreniyê lê hatiye danîn.   * Fadîme Coşar: Penceşêriya malzarokê.   * Gulistan Abdo: Di pişta wê de kîs heye û lingê wê hatiye jêkirin.    * Guneş Tekîn: Di pişika wê, pişta wê de parçeyên şarapnalê hene û nayê dermankirin.    * Havva Ak: Penceşêra pêsîrê    * Mesude Pehlîvan: Penceşêra malzarokê û mîdeyê.    * Mizgîn Aydin: Penceşêra pêsîrê.   * Nazîme Avraz: Nexweşiya dil û şekir.    * Remziye Baloglu: Kronîk Behçet û osteoporoz (helandina hestiyan).    * Ruhşan Bozan: Nexweşiya şekir, Kronik Behçet, osteoporoz û çerm.     * Îpek Cîgretaş: Tansiyon û dil.   * Zelîha Bulut: Nexweşiya alerjî, astim û bi nexweşiyên jinan re rûbirû maye.   Girtîgeha Kandirayê ya jimara 1'an a Tîpa F'yê:   * Aysel Tugluk: Nexweşiya demansê û nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe rojan pêk bîne.    * Laleş Çelîker: Di dilê wê de kombûna avê, fitiqa piştê û nexweşiya kîsikê zirav.   * Denîz Tepelî: Di malzaroka wê de kîs hatiye tespîtkirin û hatiye emeliyatkirin û tedawiya wê didome.    Girtîgeha Sîlîvriyê Jimara 9’an:   * Aysu Baykal: Nexwiya gurcikan a kronîk.   * Barkin Tîmtîk: Ji ber ku di malzaorka wê de kîst hene, divê bê dermankirin.    * Seval Yaprak: Nexweşiya dil.   * Yasemîn Karadag: Neqilkirina gurcikê û tansiyon û osteoporoz.   * Ozlem Taşdemîr: Şîzofren, Ji ber pirsgirêkan damarê wê serê tiliya piyê wê hatiye birîn û divê birêkûpêk were dermankirin.   Girtîgeha Jinan a Yenîşehira Bûrsayê:    * Fatma Demîr: Penceşêra malzarokê û ba    * Saîme Avşîn: Astengdar e û li ser sendelya teker dijî.   *Zeynep Genlîoglu: Ji sedî 54 astengdar e.    Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê:    * Aysun Şahîn: Nexweşiya dil û Multiple Skleroz   * Nazli Çatpinar: Astima kronîk.    Girtîgeha Edîrneyê ya Jinan:   * Hêlîn Oncu: Nexweşiya pişikê û kezebê.