Nobeda Edaletê di roja 109'an de didome

  • 14:21 4 Adar 2022
  • Rojane
AMED - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan li Amedê di roja 109'an de didome. 
 
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Baroya Amedê dabûn destpêkirin di roja 109’emîn de berdewam kir. Malbatan îro serdana Serokatiya Partiya Saadetê (SP) a Bajarê Amedê kirin. Rêveberên MED TUHAD-FED’ê û TUHA-DER’ê jî bi malbatan re di serdanê de amade bûn. 
 
Hevserokê TUHAY-DER’ê Mehmet Emîn Guzel di serdanê de axivî û bi bîr xist ku malbatên girtiyan berê jî li Enqereyê serdana navenda Saadetê kiriye û malbatan daxwazên xwe gotine.
 
'Li girtiyan zilm tê kirin'
 
Xwişka girtiyê nexweş Reşahat Ada di serdanê de diyar kir ku li girtiyan zilm tê kirin û tevî her kes vêya dizane jî dengê xwe dernaxin. Reşahat got ew ji Saadetê jî piştgiriyê dixwazin.
 
Daxwaza edaletê hat kirin
 
Xwişka girtiya nexweş Încî Guler jî destnîşan kir ku daxwaza wan edalet e û ew dixwazin li hember girtiyan ne cihêkarî bi awayekî wekhevî were tevgerandin. Încî got daxwaza wan tenê edalet e û dixwazin partiya Saadetê jî piştgirî bide malbatên girtiyan. 
 
Li benda edaletê ne
 
Bavê girtiyê nexweş Hakki Boltan jî destnîşan kir ku wan li Enqereyê serdana Partiya Saadetê jî kirine û rayedarên partiyê gotine ku wê destek bidin wan lê belê tevî ewqas dem derbas bû jî tu piştgirî ji bo wan nehatiye kirin. Hakki diyar kir ku ji bo binpêkirinên mafên girtiyan bi dawî bibin, girtiyên nexweş werin berdan ji Saddetê piştgiriyê dixwazin û ew li benda edaletê ne. 
 
'Tiştên li girtîgehan diqewimin nayên qebûlkirin'
 
Serokê Partiya Saadetê yê Amedê Abdurrahman Ergîn axivî û destnîşan kir ku tiştên li girtîgehan diqewimin nayên qebûlkirin û li welatekî ku edalet lê nebe, li wî welatî aramî û aştî jî tune ye. 
 
'Divê ji bo edaletê gavên pratîk werin avêtin' 
 
Rêveberê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran jî diyar kir ku malbatên girtiyan ji bo nirxên mirovahî têdikoşin û di serê her cûre pirsgirêkî de bêedaletî tê. Zekî got êdî li şûna gotinan divê ji bo edaletê gavên pratîk werin avêtin.