Li Girtîgeha Antalyayê hejmartina li ser piyan hat ferzkirin

  • 12:35 10 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
ANTALYA - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tên ragirtin diyar kirin ku li gel guherîna midûrê girtîgehê zext zêde bûne û anîn ziman ku “poşmantî” tê ferzkirin û ji bo ku vê yekê qebûl nakin zext li wan tên kirin. 
 
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tên ragirtin, binpêkirinên mafan ên pê re rûbirû dimînin bi rêya malbatên xwe ji raya giştî re parve kirin. Girtiyan diyar kirin ku bi guherîna midûrê girtîgehê ya beriya mehekê rêgez hatin guherîn û mafên wan ji destên wan hatiye wergirtin. Girtiyan, dan zanîn ku mafê wan ê ku axaftina bi telefonê ya bi nimreyan daxistine yekê, cil û malzemeyên kirtasiyeyê ji wan hatine wergirtin û wiha gotin: “Hejmartina li ser piyan li me tê ferzkirin. Hefteyê carekê an jî du caran bi ser qawişên me de digirin û heqaret li me tê kirin. Nameyên me li ber çavên me tên çirandin û bi gotina ‘propagandaya rêxistinê’ derbarê me de lêpirsîn tên destpêkirin û doz tên vekirin. Ji me re dibêjin ‘hûn ê bibêjin PKK terorîst e’. Bi gotina ‘Kes ji we ji vir nayê berdan. Hûn ê PKK’ê weke dewlet dibîne bibînin û poşman bibin’ mafên me ji destên me tên wergirtin. Her serê sibê di bin navê lêgerînê de dolabên me tên belavkirin, cilên me diavêjin erdî û heqaretan li me dikin. Hevalê me Şakîr ê 32 sal in girtî ye ji ber ferzkirina poşmantiyê qebûl nake nayê berdan. Têkildarî tiştên diqewimin banga hestiyariyê li hemû rayagiştî dikin.”