Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

  • 12:00 10 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
STENBOL - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwelîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 43 meh in agahî jê nayên girtin, serlêdan kirin. 
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind Îmraliyê tê ragirtin, 43 meh in tu agahî nayên girtin. Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziya Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlum Dînç ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. 
 
Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.
 
Hevdîtin tên astengkirin
 
Piraniya serlêdanên ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayên bersivandin. Hevdîtin, her 6 mehan carekê ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve bi hinceta “cezayê disiplînê” tên astengkirin. 
 
Biryara qedexeya domdar 
 
Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re di tevahiya Rewşa Awarte (OHAL) a di tîrmeha 2016’an de berdewam kir û ev yek heta sibata 2018’an domiya. Daxwaza hevdîtinê ya parêzeran piştî vê dîrokê her 6 mehan carekê hate dubarekirin û heta îro didome. Biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan a herî dawî jî di 3’yê gulana 2024’an de ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve hate dayin. 
 
Bi biryara dawî re di nava 8 salan de herî kêm 13 caran ji bo 6 mehan cezayê hevdîtina bi parêzeran re hate dayin.